Li Rojava qeyrana enerjiyê
Ev 12 sal in Rêveberiya Xweser a Rojava a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û ji bo avakirinademokrasiyê li Sûriyê çirûskeke hêviyê ye. Rojava ji dema damezrandina xwe hete niha li hemberîgelek gefan xwe diparêze. Li aliyekî rejîma Esed pevçûnan derdixe, li aliyê din Tirkiye û DAIŞ êrîşên xwe bê navber didomînin.
Lê niha projeya xweseriyê bi zehmetiyên ji bo man û nemanê girîng in re têdikoşe. Xizmetguzariya enerjiyê di xetereyê de ye. Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk piraniya santral û navendên elektrîkê yên li herêmê ruxandine. Elektrîk kêm e û bi piranî ji riya jeneratorên mazotê yên qirêj ve tê çêkirin. Hem gelê mexdûrê nebûn û qutbûna Elektrîk û avê ye hem jî ev yek bandoreke bingehîn a neyînî li çandiniyê dike - ku ev herêm jixwe yek ji wan derên herî zêde bandorê ji qeyrana avûhewayê girtiye ye.
Enerjiya paqij wekî çareserî
Lê em dikarin tiştekî bikin. Bi riya enerjiya paqij ji rojê li Sûriyê. Bi tiya sazkirina nenavendî ya panelên enerjiya rojê xizmetguzariya elektrîkê ji bo şaredarî, nexweşxane, dibistan û stargehên jinan pêk were.
Loma em milyonek Euro kom dikin, da ku bi riya panelên enerjiya rojê xizmetguzariya elektrîka ji bo saziyên gel ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî xwezaparêz û demdirêj pêk were. Bi vî awayî em dikarin guherînekê pêk bînin û bibin alîkar, ku alternatîva demokratîk, wekheviya zayendî û ekolojîk a li Rojhilata Navîn pêş bikeve.
Werin em bi hev re guherînekê pêk bikin: Em enerjiya nû bişînin Rojava!
Em Piştgirî didin Solardarityê!
„Rojava tê wateya pêbaweriyê. Rojava soza jiyana bi hev re ya li xweseriyê ye, bê zext û dagirkerî. Ji ber vê yekê jî divê Rojava bêhna xwe bide, divê Rojava hêşin bibe. Da ku tovên pêbaweriyê, yên ku şoreşê di nav hew çend mirovan de çandiye, bi berdewamî kulîlkan bidin“. Şeyda Kurt